LI DÊRA ZORÊ ŞANEYEK DAIŞ’Ê HAT GIRTIN Û CEBILXANEYEK HAT DESTESEKIRIN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Dêra Zorê planeke terorîst a çeteyên DAIŞ`ê li bajarokê Kesra, têk birin.

 

Şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li dijî navendên Dîwana Edaletê, Meclisa Sivîl a Dêrazorê û navendeke hêzên Ewlekariya Hundrîn li bajarokê Kesra,planeke terorîst dikir.

Çeteyan xwe di du nuqteyên li gundê Hemar El-Elî û bajarokê Kesra bicih kiribû.

Hêzên Ewlekariyê Hundrîn, girt ser her du nuqteyan û şane girt, çek û amûrên bi wan re jî desteser kirin.

Her wiha 70 Kîlo bombeyên ku ji bo teqînê hatibûn amadekirin, desteserkirin.

Çavkaniyên ji hêzên Ewlekarya Hundrîn diyar kir ku lêpirsîn der barê bûyerê de, didome.

 

Leave a Reply

Back to top button