Rojnemeya Newaya Jin hejmara meha Gulanê weşand

Hejmara meha Gulanê ya rojnameya Newaya Jin derket. Rojeva bingehîn a rojnameyê jî hilbijartinên 14’ê Gulanê bû. Her wiha Rojnameyê cih da konferansa ‘Em cîhana xwe şûn de dixwazin” û berxwedana jinan a bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilat û Îranê.

Rojnameya Newaya Jin, bi manşeta “Ev dîktatorî wê bê hilweşandin” derket.

Rojeva bingehîn a rojnamê, hilbijartina giştî ya 14’ê Gulanê bû.

Guler Yildiz, kiryar û polîtîkayên dijminatiya li jinê ên dîktatoriya AKP’ê bi bîr xist û diyar kir ku di nava 21 salan de, AKP’ê mafên jinan yek bi yek kêm kir.

Roza Metîna jî heman sernav bi kurdî nirxand, û destnîşan kir ku karnameya 21 salan a AKP’ê êriş, tundî û mirin e.

Ji nivîskarên rojnameyê Ronahî Serhad jî AKP weke rêxistina çete pênase kir û kiryarên wê yên faşîzan û hilbijartinên 14’ê Gulanê nirxand.

Di hejmara nû ya rojnameyê de bi Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan û namzeta Parlamenteriyê ya Xarpêtê Nûrşad Yeşîl re hevpeyvîn hat kirin.

Her wiha li ser namzetên jin ên Partiya Çepên Kesk ên di rêza destpêkê de agahiyên biyografîk hatin parvekirin.

Di rojnemeyê de nêrînên ji beşdarên konferansa ‘Em cîhana xwe ji şûn de dixwazin” hatin weşandin.

Beşdaran tecrîda li Îmraliyê weke êşkence pênase kirin û destnîşan kirin ku çavkaniya pirsgirêkan hemûyan kapîtalîzm û mêtingerî ye.

Sara Aktaş ‘dayiktiya’ li Tirkiye û Cîhanê nirxand û êşên giran ên dayikên ku li pey hestiyên zarokên xwe ne, parve kir.

Hêja Zerya di gotara xwe ya li ser 1’ê Gulanê de ragihand ku pêwîstî bi konfederalîma cîhana demokratîk û
enternasyonalîzmeke nû heye.

Necîbe Qeredaxî Pirtûkxaneya Jinên Kurd, Arşîv û Navenda Lêkolînê da nasandin.

Bêrîtan Zagros jî rojeva jinê ya li Başûrê Kurdistanê ragihand.

Nûjiyan Amed jî berxwedana ‘Jin Jiyan Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nirxand.

Di beşa bîranînê de jî gotara Besê Nûrhak a li ser yek ji pêşengen têkoşîna jinên Kurd Nûcan Nûrhak hate weşandin.

Back to top button