Tifaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurd: Deng ji Çepên Kesk û Kiliçdaroglû re

Tifaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurd, ku biryar da di hilbijartinên parlamenteriyê de piştgiriyê bide Partiya Çepên Kesk, ji bo hilbijartinên serokkomariyê jî ragihand ku wê piştgiriyê bide Kemal Kiliçdaroglû.

Tifaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurd têkildarî hilbijartinên serokkomariyê helwesta xwe diyar kir.

Di daxuyaniya tifaqê de wiha hate gotin:

“Di 14’ê Gulana 2023’yan de li Tirkiyê hilbijartinek krîtîk pêk tê.

Ev hilbijartin ji gelek aliyan ve dikare bibe destpêkek nû.

An wê Tirkiye bi pergala heyî ya otorîter ku bi şêweyekî dîktatorî tê birêvebirin, ber bi hilweşînê ve bêdehfdan, an jî wê bibe destpêka guherîn, demokratîkbûn û asayîbûnê.”

Tifaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurd diyar kir ku ew li aliyê guhertin, aramî, asayîbûn û demokrasiyê ne.

Lewma ew ê di hilbijartinên serokkomariyê de wê dengên xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû.

Di heman demê de Tifaq wê di hilbijartina parlamenteriyê ya 14ê Gulanê de piştgiriya Partiya Çepên Kesk bike.

Back to top button