Şanderê Navneteweyî bo Sûdanê Volker Perthes

Tevî ku çend agirbest hatine ragihandin jî, lê her car ji aliyê her du aliyên şer ve agirbest tên binpêkirin. Şanderê Navnetewî bo Sûdanê dibêje, her du aliyên şer li ser destpêkirina danûstandinan erê kiriye û şanderên xwe jî amade kirine.

Vê sibehê şêniyên Xurtûmê, çavê xwe li ser dengê balafirên şer, teqîn û gulebaranan vekir.

Li paytexta Sûdanê, tevî dirêjkirina dema agirbestê, şer di navbera Artêşa Sûdanî û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de dewam dike.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê, di şer de heta niha herî kêm 528 kes hatine kuştin û 4 hezar û 599 kes birîndar bûne.

Şanderê navneteweyî bo Sûdanê Volker Perthes ji ajansa Associated Press re got: Perthes: Dibe ku danûstandin li erebistana Siûdî pêk werin

“Dibe ku danûstandin navbera Artêşa Sûdanî û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de li Erebistana Siûdî pêk werin.”

Perthes destnîşan kir ku her du aliyan şandina nûnerên xwe bo danûstandinan pejirandiye û wiha dewam kir:

“Em li ser rawestandina şer di bin çavdêriyeke navdewletî de dixebitin”

“Ez bi her du aliyan re di nava pêwendiyê de me, em niha li ser misogerkirina mekanizmeyekê ji bo rawestandina şer di bin çavdêriyeke navdewletî de dixebitin.”

Ji ber dewamkirina şerê li Sûdanê, Sekreterê Giştî yê NY António Guterres, biryar da berpirsê karûbarên mirovî yê NY Martin Grefeth bişîne herêmê.

Tevî ku çend agirbest ji destpêka şer ve hatine ragihandin jî, lê her du alî pabendî agirbestan nedibûn.

Herî dawî şeva borî, piştî erêkirina her du aliyên şer, agirbest bo 72 saatên din hatibû dirêjkirin.

Back to top button