Nijadperestên AKP’ê li Londonê êriş birin ser zarokekî Kurd

Li Londonê Kurdistanî li dora Partiya Çepên Kesk kom dibin û bi coşek mezin diçin ser sindoqan û dengê xwe didin. Lê faşîzma AKP-MHP’ê li wir jî belav bûye. Endamên AKP’iyan ji ber cil û bergên neteweyî êrîşî ciwanek Kurd kirin.

Li Londonê Kurdistanî bi coşek mezin diçin ser sindoqan û dengê xwe ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê didin.

Lê Kurdistaniyên ku li dora Partiya Çepên Kesk kom bûne, li wir rastî êrişên nijadperestên tirk tên

Li Londonê Şervan Tan li gel bavê xwe cil û bergên xwe yên neteweyî çû li ser sindoqên ku li 1 Old Bîllîngsgate Walk a Londonê hatî danîn.

Şervan Tan ê 15 salî ku bavê wî Mêrdînî û dayika wî Îngilîz e, bi cil û bergên xwe yên neteweyî rastî eleqeyek zêde hat.

Şervan Tan beriya ku bikeve salonê ji ajansa ANF’ê re re axivî û got: “Li cîhanî û Tirkiyê ji bo demokrasî û azadiyê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”

Lê piştî ku Şervan Tan bi bavê xwe re ket hundirê salonê, rastî êrîşa nîjadperest a erkdarên AKP’î hat.

AKP’yiyan îdîa kir ku cil û bergên Şervan ên cil û bergên gerîlane û gazî erkdarên ewlehiyê kir ku Şervan derbixin ji derve, li ser vê yekê gengeşe qewimî.

Hilbijêran bi gotina “Hûn Faşîst in” nerazîbûn nîşanî êrişa nîjadperest dan

Hilbijêran bi gotina “Hûn faşîst in” nerazîbûn nîşanî êrîşa nîjadperest dan.

Erkdarên Tifaqa Ked û Azadiyê anîn ziman ku ev yek provokasyonek e.

Piştî gengeşiya ku qewimî, erkdarên ewlekariyê Şervan derxistin ji dervey salonê.

Şervan Tan diyar kir ku malbata wî û her kesê li Kurdistanê bi cil û bergên bi vî rengî li xwe dikin û got:

” Ev mirovane faşîst in, ji bo Tirkiyê ne mirovên baş in.

Tam jî ji ber vê yekê em dibêjin, deng ji Partiya Çepên Kesk re.”

Endama Koordînasyona Hilbijartinan a Îngilistanê Parêzer Sîbel Ozçelîk nerazîbûn nîşanî êrîşa nîjadperest a AKP’iyan da.

Sîbel Ozçelîk bi bîr xist bi ti awayî cil û berg, bawerî, fikir û tarzê jiyanê yê mirovan nayê lêpirsînkirin û ragihand ku tişta ku bi serê Şervan anîn, faşîzm e.

Back to top button