ME TOLA MIROVÊN KU KIRIBÛN KOLE HILDA

by maher enez
175 views

Fermandara YPJ’ê Rojda Felat destnîşan kir ku berxwedana li Reqayê di demeke kurt de derneketiye holê û hêzên wan piştî têkoşîneke mezin karîbû bajar ji çeteyan rizgar bikin û jinên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin, azad bikin.

Ji fermandarên Pêngava Rizgarkirina Reqayê Rojda Felat têkildarî lêkolîna şervanên YPJ’ê li Reqa û girîngiya rizgakirina Reqa axivî.

Rojda Felat diyar kir ku aramnca sereke ya rizgarkirina Reqayê di serî de tola jinên Êzidî yên ji Şengalê hatibûn revandin û tola hemû jinan bû.

“Armanca me ew bû ku em DAIŞ’ê li Reqayê ku ji xwe re wek paytext didît, bi yekcarî tune bikin. Lê belê kesên ku herî zêde bandora êrîşên DAIŞ’ê yên ji gelek aliyan ve lê dibû û rastî êşkenceyan dihatin, dihatin revandin, jin bûn. Me jî wek jinên YPJ’yî rizgarkirina wan jinan ji xwe re wek peywir dît. Ji ber ku herî baş me êşa wan jinan fêm dikir.”

Rojda Felat îşaret bi berxwedana jinan a li tevahiya Bakurê Sûriyê kir û diyar kir ku ew serkeftin a jinên berxwedêr e ku di çeperên şer de ji bo azadiya xwe li ber xwe dan û şehîd bûn.

Rojda Felat berxwedana li Reqayê wek berxwedaneke dîrokî pênase kir û got:

“Ji bo me berpirsyariyeke mezin bû ku em wateyekê bidin vê yekê, di vê çarçoveyê de têkoşîneke xurt bimeşînin, xeyalên hevalên xwe yên şehîd pêk bînin û li hemberî DAIŞ’ê bisekinin da ku nekarin jinan bikin kole. Her wiha vê yekê ji bo têkoşîna me tecrubeyeke mezin jî bi dest xwe ve anî.”

Rojda Felat destnîşan kir ku mecbûriyeteke jinan nîn e, ku li hemberî hin kesan xwe îsbat bikin. Jin êdî li hemû qadên jiyanê ne.

Fermandara YPJ’ê Rojda Felat diyar kir ku di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de bi tenê jinên Kurd na, jinên Ereb û yên gelên din jî bi rolên çalak rabûne û wiha dawî li gotinên xwe anî:

“Aliyekî girîng jî ew bû ku jinên Ereb tev li wê pêngavê bûn.

Li Tebqa, Reqa û Minbicê jinên Ereb bi awayekî çalak tev li têkoşînê bûn û şehîd dan.

Ev jî ji bo me jinan serkeftineke mezin û destkeftiyeke girîng e.”