KNK: SEDEMA NELIDARXISTNA KONGREYA NETEWÎ TIRKIYE Û ÎRANÊ NE

Kongreya Netewî ya Kurdistan KNK’ê bi silogana “Hevdengiya hizb û aliyên siyasî” li başûrê Kurdistanê li navçeya Ranya semînerek da.

Di semînerê de rewşenbîr, çalakvanên sivîl, oldar, pêşmergeyên dêrîn û gelek kesayet beşdarî semînerê bûn.

Di semînerê de hat diyar kirn ku yek ji sedemên ne lidarxistina Kongreya Netewî astengiyên navxweyî û derve bi taybet ev astengî ji aliyê Îran û Tirkiyê derdikevin holê.

Her wiha di semînerê de hate gotin ku bi rêya avakirna yekitiyek netewî wê zemîna hevbeş a siyasî û cuvakî were pêşxistin.

KNK’ê di semînerê de daxwaz ji hemû partî û rêxistinên siyasî, kesayetên serbixwe, rewşenbîr, nivîskar û akademisyenan kir ku kar û xebatê ji bo lidarxistina kongreya netewî bikin.

Leave a Reply

Back to top button