PENTAGON: TIRKIYE NEMA BALAFIRÊN F-35 DIBÎNE

Ji bo moşekên S-400, Pentagon dewleta Tirk ji balafirên F-35 bêpar dike.

 

Wezîrê parastinê yê Emerîkî Mark Isper ragihand ku Tirkiyê wê F-35 nebîne ji ber kirîna moşekên S-400 ên Rûsî.

Gava jê hat pirsîn eger Hindistan dikare S-400 ji Rûsyayê werbigire, Isper got:

Rewşa herdu welatan ji hev cuda ye, ji ber Tirkiye endamekî NATOyê ye û li gorî qanûnên wê nabe ew çekên Rûsî werbigire.

Em rewşa her welatekî dişopînin û em pabendî rûbirûkirina dijminên Emerîkayê ne.

Bi şiroveyeke din, li gorî Isper wê Enqere ji cezayan nefilite.

Ji ber berî çend rojan, hinek çavkaniyên fermî ragihandibû ku wê Pentagon ji bo vê mijarê Tirkiyê ceza bike.

Di 2017’an de Enqere li ser lihevkirina S-400 îmze kir.

Ev lihevkirin aloziyek di navbera wê û Emerîkayê de çêkir.

Hingê, Waşinton ji Enqereyê xwest ku dest ji pergala S-400 berde li beramberî pergalên Patriot ên Emerîkî.

Li ser jî, Eemrîka gefên paşxistina firotina balafirên F-35 jî lê xwar.

Tevî wisa jî, Enqere li ser a xwe ma.

Leave a Reply

Back to top button