YE: HER WELATEK BERPIRSYARTIYA WELATIYÊN XWE YÊN DAIŞ’Î RADIGIRE

Piştî banga Serokê Emerîkayê Donald Trump a wergirtina welatên Ewropayê ji çeteyên xwe yên DAIŞ’î re, Yekîtiya Ewropayê bersiv da Trump. Yekîtiya Ewropayê diyar kir ku egera berdana çeteyên DAIŞ’ê pêk hat, wê demê her welatek wê berpirsyariya hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î hilbigire. Yekîtiya Ewropayê destnîşan kir ku derbarê mijarê de, ew ê bêhelwest nemînin. 

 

Piştî biserketina Pêngava Bagera Cizîrê ku şervanên QSD’ê li dijî berîka dawî ya çeteyên DAIŞ’Ê pêk anîn, bi hezaran ji çeteyên DAIŞ’Ê xwe radestî QSD’ê kirin.

Ev çete ku piraniya wan ji welatên Ewropî ne, êdî bûne barekî giran li ser milê rêveberiya Xweser û herî dawî fermandarê giştî yê QSD’Ê Mezlûm Ebdî ew bi bombeyeke ku nayê nazanîn kengî dê biteq bi nav kir.

Beriya demekê serokê Emerîkayê Donald Trump gotibû ku ger Ewropa welatiyên xwe yên DAIŞ’î ji zindanên rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî wernegirin wê ber bi Ewropayê ve werin berdan.

Der barê vê mijarê de Yekîtiya Ewropayê bersiv da Trump.

YE: GER ÇETE HATIN BERDAN, EM Ê BÊHELWEST NEMÎNIN

Komserê karûbarên Ewlehiyê li Yekîtiya Ewropayê Coliyan Kîng ji rojnamegeran re axivî û diyar kir ku ger DAIŞ’iyên ji Ewropayê werin berdan wê Yekîtiya Ewropayê bixwe derbarê mijarê de bixebite.

Kîng da zanîn ku her dewlet wê li gorî xwe debarê welatiyên xwe de tevbigere.

YE: JI BO DARIZANDINA DAIŞ’IYÊN EWROPÎ, WÊ DOSYAYEK WERE AMADEKIRIN

Li aliyekî din, Yekîtiya Ewropayê tekez kir ku ji bo darizandina çeteyên DAIŞÎ yên ku vedigerin Ewropayê wê dosyayeke hevbeş were amadekirin.

Karê vê dosyayê jî berhevkirina agahîyên der barê van çeteyên ku vedigerin de û paşî jî darizandina wan.

Têkildarî heman mijarê Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê Mark Espir jî duh ji Pirîtaniyayê careke din banga wergirtina welatiyên DAIŞ’Î ji dewletên Ewropî kir.

ESPER: WERNEGIRTINA ÇETEYÊN DAIŞ’Î, LI DIJÎ EWLEHIYA HERÊMÎ GEF E

Esper hişyarî da ku wernegirtina van çeteyan li dijî ewlehiya herêmî gef e.

Duh jî Almaniyayê ragihand ku çeteyeke DAIŞÎ, Alman ku jinên Êzdî weke kole bi kar tanîn, li dadgeheke Almanyayê niha tê darizandin.

Hêjayî gotinê ye û li gorî yekîtiya Ewropayê bixwe jî derdora 5 hezar û 500 DAIŞ’iyên Ewropî berê xwe dabûn Sûriyê ku ji wan derdora 2 hezar çarenûsa wan nediyar e.

Leave a Reply

Back to top button