WEZÎRÊ KARÊ DERVE YÊ ALMANYAYÊ: HÎNA DAIŞ LI IRAQ Û SÛRIYÊ BI TEMAMÎ TÊK NEÇÛYE

Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Nîels Annen serdana leşkerên Elman kir ên ku li Iraqê û Başûrê Kurdistanê yên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikirin .

Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Nîels Annen piştî vegera xwe ji rojnameyeke Elmanî re axivî û got:

Fikra ku DAÎŞ têk çû, êdî divê em vegerin mala xwe şaş e.

Hîn xeteriya Daiş li herêmê berdewam e.

Li hin deverên Iraqê DAÎŞ ji nû ve xwe-rêxistin dike.

Ji bo wê jî hîn hewceya Irqê bi leşkerên Elman heye.

Berî niha bi demekê jî Wezîra Parastinê ya Elman jî serdana leşkerên xwe kiribû û rola kurdan di têkbirina DAIŞ’ê de destnîşan kiri bû.

Leave a Reply

Back to top button