LI DIJÎ KURDAN, POLÎTÎKAYÊN TUNEKIRINÊ PÊK TÎNE

Artêşa Tirk a dagirker li herêmên di bin dagirkeriya wan de ne binpêkirinên xwe didomîne. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bizanebûn zeviyên çandiniyê yên şêniyên Kurd ên li herêmên dagirkirî dişwetîne . Jinan bi zorî dizewicîne û bi zorê cilên reş li wan dike. Ciwanan bi zorê dixe nava komên çete. 

Çavkaniyekî ji herêma Babê diyar kir ku çeteyên dewleta tirk li gundên Numan, Til Hercê, Nisêbîn, Qebasîn, Qubêt Şêx, mafê şêniyên resen ên Kurd binpê dike.

Ji ber ku şêniyên van gundan bi giştî kurd in, çete zeviyên wan desteser dikin û tê de mal û dikanên xwe ava dikin.

Her wiha binpêkirinên xwe li dijî jinan jî didomînin.

Jinan bi darê zorê didin zewicandin, Cilên reş li wan dikin ji ber vê yekê Jin ji tirsa çeteyan nikarin ji malên xwer derkevin.

Para ciwana jî ji binpêkirinên çeteyên dewleta tirk hebû, ciwana bi darê zorê tevlî xwe dikin.

Heman çavkanî tekez kir ku nêzî ji sedî 80 ji şêniyên herêma Babê yên resen neçar mane ku ji herêmên xwe derkevin.

SIYASETÊN TIRKKIRIN Û GUHARTINA DEMOGRAFÎK PÊK TÎNE

Ji Tebaxa 2016’an ve, dewleta tirk nêzî ji sedî 10 ji rûbera Sûriyê dargir kiriye.

Li wan herêman siyasetên tirkirin û guhartina demografiyê pêk tîne.

Artêşa dagirker a Tirk bi hezaran ji malbatên çeteyan li malên şêniyên resen bi cih kirine û alên Tirkiyê li ser sazî û qadên giştî ve daliqandine.

Artêşa dagirker a Tirk zimanê Tirkî li dibistanan ferz kiriye, nasnameya danasîna dewleta Tirkiyê jî çêkiriye.

Leave a Reply

Back to top button