PIŞTÎ ÎRANÊ, PEDERSEN LI ENQEREYÊ YE

Piştî Îran, nûnerê taybet yê NY ji bo aloziya Sûrî Geir Pederson gihaşte Paytexta Tirkiyê, Enqereyê.

Li Enqereyê Pederson li gel cîgirê Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk Muvlûd Çaûşoglo civiya.

Di civînê de herdu aliyan geşedanên dawî yên li Sûriyê, nemaze li Idlibê û avakirina Komîteya Destûrî gotûbêj kirin.

Her wiha danûstandinên dawîn yên Pederson li gel Îranê jî bi Çaûşoglo re hatin parvekirin.

Di Sêşem û Çarşema borî de nûnerê taybet yê NY ji bo aloziya Sûrî Geir Pederson li gel Wezîrê Karên Derve yê Îranê civiyabû.

Tê payîn ku Pederson di demeke nêz de Wê serdana Şamê jî bike.

Ev serdanên Pederson di çarçoveya avakirina Komîteya Destûrî ya ku heta niha li serê nehatiye lihevkirin pêk tên.

 

 

Leave a Reply

Back to top button