AKP’Ê BIRYARA DÛRXISTINA 4 ENDAMÊN XWE GIRT

Aloziya di partiya AKP’ê de roj bi roj şaxên wê firehtir dibin û her diçe rastiya di bin maskeya Erdogan de dikeve. Piştî ku AKP’ê biryara dûrxistina serokwezîrê berê Ahmet Davutoğlu tevî 3 endamên din, stand, Serokwezîrê berê Ahmet Davutoğlu ji bêdengiya xwe derket û ev peyam ji Erdogan re şand: “Gelek defterên terorê hene, eger vebin, wê xwediyên wan defteran nema karibin serê xwe ji erdê rakin”. 

Bergeha siyasî li Tirkiyê di rewşeke tevlihev re derbas dibe.

Bi taybetî, piştî pêla xweveqetandinê ya di hundir partiya desthilatdar AKP de.

Meclisa AKP’ê biryara dûrxistina serokwezîrê berê Ahmet Davutoğlu tevî 3 endamên din, stand.

Ew hersê endam jî ev in:

1. Ayhan Sefer Ustun, nûnerê berê yê şaredariya Sakaryayê
2. Selcûk Ozdag, nûnerê berê yê şaredariya Manîsayê
3. Abdullah Başci, nûnerê berê yê şaredariya Stenbolê

DAVUTOGLU GEFA EŞKEREKIRINA GENDELIYA AKP XWAR

Li hember vê gavê, serokwezîrê berê Ahmet Davutoğlu ji bêdengiya xwe derket û ragihand ku ew ê gelek dosyayên gendelî û terorê yên AKP û serokê wê Erdogan, eşkere bike.

Di hevdîtineke wî bi cîgirê serokwezîrê berê Ali Babacan re, Davutoğlu niyazên xwe di avakirina partiyeke nû de anî ziman.

Tê payîn wê Ahmet Davutoğlu di der barê Meclisa Ewlehiya Netewî ya Tirk de hin belgeyan ji raya giştî ya Tirk re eşkere bike.

Di wan belgeyan de siyasetên dewleta Tirk di salên borî de, yên der barê Sûriyê û tevgera Ixwan el-Musilmîn û têkiliyên bi Erdogan re eşkere dibe.

AHMET DAVUTOGLU DEFTERÊN TERORÊ VEDIKE
Beriya çend rojan Davutoğlu ev peyam ji Erdogan re şand:

“Gelek defterên terorê hene, eger vebin, wê xwediyên wan defteran nema karibin serê xwe ji erdê rakin”.

Davutoğlu destnîşan dike ku Erdogan tirsa terorê xist nava raya giştî ya Tirk da ku dengê xwe di hilbijartinên 2015’an de bidin AKP.

BI “BUHARA EREBΔ RE, ERDOGAN TIRKIYE XIST NAVA ALOZIYÊN HERÊMÊ
Bi despêkirina pêla “Buhara Erebî” re, Erdogan hemû hewldanên xwe kir da ku Tirkiyê têxe nava aloziyên li herêmê.

Armanca Erdogan ew bû, bidestxistina Ixwan el-Musilmîn serweriya welatên mîna Misir, Tunis, Lîbya, Sûriye û Yemenê.

ROLA ERDOGAN DI PEREDAYÎN, BIÇEKIRIN Û PÊŞWAZÎKIRINA SERÇETEYAN HEYE

Li gorî çavdêran, der barê destwerdana dewleta Tirk nava “Buhara Erebî” de, gelek agahiyên veşartî li ba Davutoğlu hene.

Bi taybetî peredayîn, biçekkirin, pêşwazîkirina serçeteyan û birêxistinkirina liv û tevgera wan.

Leave a Reply

Back to top button