Serokê Partiya Muxalf yê CHP’ê Kemal Kilişdaroglo diyar kir ku destwerdana Erdogan di Sûriyê de ji bo piştgiriya komên çete ye û Erdogan sînorê Tirkiyê li pêşiya van çeteyan vekiriye.
Kemal Kilişdaroglo ji Televizyona Xeber Turk re axivî û diyar kir ku Erdogan Tirkiye veguherandiye stargeheke komên çete û bi her awayî piştgirya wan dike.
Kilişdaroglo destnîşan kir ku ”Erdogan sînorên xwe li pêşiya komên çete vekiriye û petrola ku çeteyên DAIŞ’ê ji Sûriyê didize dikire.”
CHP: ERDOGAN BERPIRSÊ ŞERÊ LI SÛRIYÊ YE
Kemal Kilişdaroglo berpisyartiya şerê ku li Sûriyê diqewime girte ser Erdogan û da zanîn ku ”kirîza penaberên li Tirkiyê jî sedema wê siyasetên Erdogan e.”
Serokê Partiya Muxalf yê CHP’ê Kemal Kilişdaroglo banga hevgirtineke li dijî siyasetên Erdogan li gelên li Tirkiyê kir û tekez kir ku ”Erdogn her û her derwan li gelên Tirkiyê dike”.