JI BER XWEPÊŞANDANÊN LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK, ÇETEYÊN DEWLETA TIRK SEFERBER BÛNE

Piştî xwepêşandana bi hezaran ji şêniyên Idlibê li dijî dagirkeriya Tirk, çeteyên dewleta Tirk li ser sînorê Idlibê seferber bûne.

 

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku çeteyên dewleta Tirk bendên kontrolê li ser riya ber bi dergeha Bab El-Hewa bicih kirin.

Bicihkirina van bendan jî, ji bo qedexkirina derketina xwepêşandanên ku dihat payîn îro dîsan dê li dijî dagirkeriya Tirk derketibane.

Çavdêriya diyar kir ku ev bendên kontrolê li ser riyên Sermeda û derdora kampên Kerama û Atmayê li Bakurê Idlibê hatine bichkirin û gelek riyên din hatine girtin.

Tevî vê yekê jî bi dehan Idlibî li qada Bab El-Hewayê kom bûn û siloganên li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê berz kirin.

Di heftiya borî de , bi hezaran ji şêniyên Idlibê li dijî firotina Erdogan a Idlibê êrîşî dergeha Bab-El-Hewa ya sînorî kirin.

Artêşa dewleta Tirk jî bi xaz û guleyan êrîşî xwepêşanderan kir û bi dehan, di nav de zarok, birîndar bûn.

 

 

Leave a Reply

Back to top button