LI DÊRA ZORÊ DAIŞ’IYEK BI TEQÎNA MAYÎNA XWE VE HATE KUŞTIN

Li gundewarê Dêra Zorê çeteyekî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê dema hewil da mayînekê bi cih bike, di teqîna mayînê de hate kuştin.

 

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêra Zorê ragihand ku şevê dih li gundê Secer ê bajarokê Siwerê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê teqînek pêk hat.

Navendê diyar kir ku dewriyên wan dimildest berê xwe dan cihê teqînê û kesek ku mayîn pêve teqiya dîtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku di encamên lêkolînên hêzên wan de derket ku kesê kuştî hewil dida mayîn biçîne di teqîna mayîn de hate kuştin.

Tîmên Endizyariya Rakirina mayînan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyonek da destpêkirin da ku nas bike ku bê mayînên din hatine çandin yan na.

 

 

 

Leave a Reply

Back to top button