Ji ber parvekirinên li ser tevna civakî nêzî 10 sal cezayê girtîgehê li Seroka partiya muxalif CHP’ê ya Bajarê Stenbolê Canan Kaftancioglû hate birîn.
37’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi sûcên “Propagandaya rêxsitinê, heqareta li dijî Serokkomar, biçûkxistina dewletê, tehrîk kirina gel a ji bo dijminahiyê” nêzî 10 sal cezayê girtîgehê li Canan Kaftancioglû birî.
Berdevka Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê û Parlametnera Êlihê Ayşe Acar Başaran cezayê li Seroka CHP’ê ya Stenbolê hatî birîn şermezar kir û got:
“Di şexsê Canan Kaftancioglû de tifaqa AKP-MHP’ê dixwaze hemû pêkhateyên ku di hilbijartinê de ew têk birine ceza bike.
Em diyar dikin ku empiştevaniya Canan Kaftancigolû dikin.”