Şêniyên Dirbêsiyê: Heta têkbirina tecrîdê emê li qadan bin

Gelê Bakur û Rojhilatê Suriyê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bertek nîşan dan û gotin:
“Heta azadiya fizikî ya Rêber Apo emê têbikoşin”

Derbarê tecrîdê de şêniyên Bakur û Rojhilatê Suriyê nêrînên xwe anîn ziman.

Welatiyê bi navê Nesrîn Şîno yê ji Dirbêsiyê îşaret bi metirsiyên desthilatên Tirkiyeyê û komplogerên pê re kir û wiha got:

“Fikrê Rêber Apo ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareserî ye.

Ji lew re dewletên hegemon ji vê fikrê wî ditirsin.”

Jin azadiya xwe di ramanên Rêber Apo de dîtin.”

Rûspiyê eşîra El Mulhem a Hesekê Mêzer El Sultan jî ev tişt anî ziman:

“Tecrîda li dijî Rêbertî sûceke dermirovî û têkbirina qanûnên edaleta civakî ye.

Ji mafên her girtiyekî ye ku têkîlî bi parêzer û malbata xwe re deyne.”

El Sultan destnîşan kir ku CPT û rêxistinên îdiayên mirovahiyê dikin berpirsê sûcên dagirkeriya Tirkiyeyê ne.

Şeniyê bi navê Sîham Elî ya ji Dirbêsiyê tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kir û got:

“Em ê heta rewşa Rêbertî û azadiya wî ya fîzîkî misoger be li qadan bin.

Back to top button