PÎRÎ: GER EKREM ÎMAMOGLÛ JI PEYWIRÊ BIGIRIN WÊ ENCAM GIRAN BE

Raportora Tirkiyê ya Parlamenta Ewropayê Katî Pîrî diyar kir ku eger hikûmeta Tirkiyê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin yê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ji peywerê bigre wê di têkiliyên YE-Tirkiyê de encamên wê giran be.

 

Raportora Tirkiyê ya Parlamenta Ewropayê (YE) Katî Pîrî li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da û got;

” Hikumeta Tirk di hilbijartinên xwecihî de serokên şaredariyan yên hatine hilbijartin ji pewyîrê girt.

Suleyman Soylû niha jî gefê li Stenbolê dixwe.

Di rewşekî ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin yê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ji peywîrê were girtin wê encamên wê giran be.

Eger wî ji peywîrê bigrin wê ev di têkiliyên YE-Tirkiyê de encamên wê giran be.

Beriya ku bikevin nava tevgerê divê du caran bifikirin.”

Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirk Suleyman ji ber serdana Îmamoglû ya ji bo serokên şaredariyên HDP’yî gef lê xwaribû.

 

 

 

Leave a Reply

Back to top button