Li Minbicê 4’emîn mîhrîcana werzîşê hat lidarxistin

Bi dirûşma “Werin Cenga Azadiyê” 4’emîn Mîhrîcana Werzîşê li Minbicê hat lidarxistin.

4 ’emîn Mîhrîcana Werzîşê ji aliyê Yekitiya Werîşê ya Minbicê û Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Minbicê ve hat organîzekirin.

Mîhrîcan bi armanca piştgiriya werzîşvanan û pênasekirina çandên civakî yên hat lidarxistin.

Mîhrîcan li yarîgeha 4’ê Nîsanê ya navenda bajarê Minbicê bi beşdariya endamên Yekitiya Werzîşê, Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger, şêniyên bajêr û mêvanên ji Tebqayê hat lidarxistin.

Di mîhrîcanê de koma Minbicê ya Jinan şanoyek bi navê “Jin xwediya werzîşê ye” pêşkêş kir û koma Çerkes jî govendeke folklorî pêşkêş kir.

Her wiha lîstika taykwendo û maçeke futbolê di navbera tîma Îtîhad a bajarê Minbicê û tîma Seha ya Tebqayê de hatin lîstin.

Mihrican bi xelatkirina tîmên Îtîhad û Seha bidawî bû.

Back to top button