“Hewldanên çareseriya siyasî li astana û cinêvê têk çûn”

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid got :
“Ji bo aktîfkirina Însyatîfa Rêveberiya Xweser bi aliyên aktîf ên têkildarî rewşa Sûriyeyê re di nava têkiliyan de ne. “
Her wiha diyar kir ku ev Însyatîf bingeha çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid têkildarî Însyatîfa Rêvberiya Xweser nirxandin kirin..

Hemdan El Ebid diyar kir ku tevahî hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyeyê li derveyî xaka wê têk çûne û got:

“Aloziya Sûriyeyê mijareke navxweyî ye, lê ji çarçoveya xaka Sûriyeyê derketiye û bûye mijareke navneteweyî.

Hewldanên çareseriya siyasî yên li Astana û beriya wê li Cinêvê û Soçiyê jî têk çûn.”

“Însyatîfa Rêveberiya Xweser gelekî binirx e”

El Ebid destnîşan kir ku her gaveke ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bê avêtin pîroz e..

El Ebid bal kişand ser Însyatîfa çareseriyê ya Rêveberiya Xweser jî û ev nirxandin kir:

“Rêveberiya Xweser Însyatîfeke gelekî binirx pêşkêş kiriye.

Ev Însyatîf planeke ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye. ”

“Însyatîfa Rêveberiya Xweser piştgiriyê dide biryara 2254’an”

El Ebid îşaret pê kir ku Însyatîfa Rêveberiya Xweser piştgiriyê dide biryara navneteweyî ya 2254 û ev nirxandin kir:

“Heke tevahî alî li hev kom nebin wê tu çareseriyeke sûriyeyî tune be.”

El Ebid destnîşan kir ku hêzên demokrat û Komkara Erebî Însyatîfa Rêveberiya Xweser baş nirxandin ..

Lê hin aliyên muxalîf li berjewendiyên xwe digerin.

“Ji bo aktîfkirina însyatîfê peywendî hene”

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser di dawiyê de got:

Ji bo aktîfkirina Însyatîfa Rêveberiya Xweser bi aliyên aktîf ên têkildarî rewşa Sûriyeyê re di nava têkiliyan de ne.

Back to top button