Li Reqayê ji bo geşkirina aborî hejmara bexçeyên sergirtî zêde dibin

Ji ber têkçûna lîreya sûriyeyî û bilindbûna buhayê sebzeyên ku ji derve tên,
Komîteya Aboriyê projeya bexçeyên sergirtî pêş xist.
Gelek cotkar û kooperatîfên çandiniyê berê xwe dan çandina sebzeyan
da ku rêgeza xwetêrkirinekê ava bikin.

Li Reqayê, Komîteya Aborî ya Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi berhevkirina sebzeyên projeya baxçeyên sergirtî kir ku bi rêya wê sûkên xwecih geş dike.

Komîteya Aborî hewl dide bi rêya projeya baxçeyên sergirtî rêgeza xwetêrkirinekê peyda bike û derfetên kar ji hejmareke mezin a karkeran re peyda dike.

Têkildarî vê mijarê, rêveberê projeya baxçeyên sergirtî ya Reqayê Hisên El Xilêfan axivî û got:

“Di sala 2021’an de me dest bi projeya baxçeyên sergirtî kir.

Îsal me hejmara baxçeyên sergirtî zêde kir da ku cûreyên zêdetir tê de bên çandin.

Komîteya Aborî amade ye ku destekê bide cotkarên ku dixwazin projeyên baxçeyên sergirtî vekin û pêdiviyên wan bi cih bîne.”

Back to top button