DANÎMARKA HÊZÊN XWE DIŞÎNE BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Hikûmeta Danîmarkayê biriyara şandina hêzên xwe ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî stand û Pentagin jî ev gav bi erênî nirxand.

 

Berdevkê Pentagonê, Jonathan R. Hoffman diyar kir ku Danîmark ji damzrînerênê Kolasyona Navdewletî li dijî DAIŞ’ê ye û bi vê gavê pabendiya Danîmark bi şerê li dijî DAIŞ’ê nîşan dibe.

Jonathan R. Hoffman tekez kir ku şandina Danîmark ji hêzên xwe bo Bakur û Rojhilatê Sûrî li ser berdewamiya piştgiriya Koalsyona Navdewletî bi QSD’ê re destnîşan dike.

Berdevkê Pentagonê, Jonathan R. Hoffman da xuyakirin ku Hzêzên Danîmarkê hevkarên hêzên leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûrî ne û ev yek bingeha parastina ewlehiya Herêmê ava dike.

Di Kanûna sala 2018an de Serokê Emerîkayê Donald Trump biryara vekişandina hêzên Emerîkî ji Sûriyê da.

Li ser vê esasê Trump ji dewletên Ewropî xwest ku ew jî li dijî terora DAIŞ’ê bi erka xwe rabin.

piştî biryara Trump, welatên Birîtaniya û Fransayê biryara zêdekirina hêzên xwe li Sûriyê dan.

 

Leave a Reply

Back to top button