JOSEPH DUNFORD: PIŞTGIRIYA ME BI QSD’Ê RE BERDEWAM E

Serokerkanê Artêşa Emerîkayê Joseph Dunford ragihand ku ”Divê herêmên ku ji çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, bên parastin û rê li ber zindîbûna DAIŞ’ê bê girtin”.

Serokerkanê Artêşa Emerîkayê Joseph Dunford di paneleke ku Meclisa Têkiliyên Derve birêxistin kiribû de bersiva hin pirsan da.

Joseph Dunford diyar kir ku têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û arojhilatê Sûrî divê berdewam be, lew re divê piştgiriya bi hêzên QSD’Ê re jî berdewam be.

JOSEPH DUNFORD: HERÊMÊN JI DAŞ’Ê HATINE RIZGARKIRIN DÊ WERIN PARASTIN

Dunford da xuyakirin ku herêmên ji çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin pêwesîtiya wan bi parastinê heye, ji bo ev yek pêk were jî herî kêm divê 50-60 hezar leşker li herêmê bicih bibin.

Serokerkanê Artêşa Emerîkayê Joseph Dunford bal kişande ser xeteriya şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê jî û tekez kir ku ev yek cihê metirsiyê ye.

23’ê Adara borî de, Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi hevkariya Kolasyona Navdewletî serkeftina leşkerî li dijî çeteyên DAIŞ’ê ragihand.

QSD’ê diyar kir ku piştî serkeftina leşkerî qonaxeke nû ji têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hatiye dest pê kir.

 

Leave a Reply

Back to top button