
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî binpêkirinên xwe berdewam dikin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê welatiyan digirin û direvînin û li beramberî serbestberdana wan fîdyeyê dixwazin.
Çavkaniyên herêmî diyar kir ku çeteyên dagirkeriya Tirk 2 welatiyên Efrînê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.
Navên kesên hatine revandin wiha ne:
Nûrî Mustefa ji gundê Badîna yê navçeya Raco
Henan Xelîl Cindo ji gundê Miska Jorîn.
Di nava 3 rojên dawîn de jî çeteyan 30 sivîl li Efrînê, di nav de jin, revandin.