Piroje biriyarek wê ji bo vegera Sûrî li Komkara Erebî bê ragihandin

Wezîrên karên derve yên dewletên Ereban ji bo vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî îro bi rengekî awarte li Qahîreyê dicivin..
Tê payîn ku der barê mijarê de biryarek dawîn bidin.

Wezîrên karên derve yên dewletên Ereban ji bo vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî îro bi rengekî awarte li Qahîreyê dicivin

Tê payîn ku Misir civîna îro bi rê ve bibe û geşedanên li Sûdanê û vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî bên nîqaşkirin.

Îro vegera Sûriyeyê li Komkara Erberî diyar dibe

Civîna awarte wê li avahiya Sekerteriya Giştî ya Komkara Erebî ya li Qahîreyê bê lidarxistin.

Berdevkê Sekerterê Giştî yê Komkara Erebî Cemal Ruşdî têkildarî mijarê ji kenala Şerq re axivî û got:

”Çaverê ye ku wezîrên karên derve yên dewletên Ereban di civîna xwe de der barê mijara vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî de biryarek dawîn bidin.

Cemal Ruşdî diyar kir ku piştî du civînên li Ceda û Emanê yên têkildarî pirsigrêka Sûriyeyê, rola welatên Ereban tê de û vegera wê li Komkara Erebî de, tê lidarxistin.

Back to top button