Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma li ser rewşa jinên li herêmên dagirkirî dimînin axivî.
Evîn Cûma diyar kir ku li heremên dagirkirî jin di bin tundî û gefekî mezin de dijîn û got:
“Em dikarin bibêjin bi rengekî giştî jin di bin tundiyê dijîn û tu alî ji vê yekê xwe berpirsyar nabîne.”
Dewleta Tirk di 20’ê Çileya 2018’an de dest bi êrişên dagirkeriyê ya li dijî Efrîn kirin.
Piştî berxwedana 58 rojan di 18 Adara heman salê de Efrîn ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin.
Di 9’ê Cotmeha 2019’an de car din dewleta Tirk êrişî Serêkaniye û Girî Spî kirin van hereman dagir kirin.
5 sal li ser dagirkirina Efrînê re derbas bû.
3 sal jî li ser dagirkirina Serêkaniye û Girê Spî re derbas bû ..
Di nava van salan de li van heremên dagirkirî jin rastî gelek kiryarên dermirovî hatin.
Têkildarî mijarê rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma nirxandin kir.



