ARTÊŞA DEWETA TIRK LI SER SÎNORÊ IDLIBÊ JINEK KUŞT Û 8 ÊŞKENCE KIRIN

Binpêkirinên artêşa dewleta Tirk li ser sînorê navbera Sûriye û Tirkiyê de berdewam in.
di vê çarçoveyê de cendirmeyên artêşa Tirk tevî êşkencekirina 8 welatiyên Sûrî jinek kuşt û 2 welatî birîndar kirin.

 

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihad ku Cendirmeyên dewleta Tirk piştî ku kampa Helebê ya nêzî bajarokê Dergûş li gundewarê Idlibê kir armanc girt, welatiyek kuşt.

Her wiha 2 welatiyên din dema dixwest sînor derbas bikin bi guleyên artêşa Tirk, birîndar bûn.

Her wiha Çavdêriya Sûrî destnîşan kir ku cendirmeyên artêşa dewleta Tirk li bakurê Cisir Şixûr li gundewarê Idlibê 8 welatîyên Sûrî ku dixwestin sînor derbas bikin êşkence kirin.

Çavdêriyê diyar kir ku 5 leşkerên dewleta Tirk bi tundî û bi dirûjahiya 4 saetan 8 welatî êşkence kirin.

BINPÊKIRINÊN ARTÊŞA TIRK LI SER SÎNOR
ÇAVDÊRIYA SÛRÎ: JI SALA 2011’AN VE 431 SIVÎL BI GULEYÊN ARTÊŞA TIRK LI SER SÎNOR HATINE KUŞTIN

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan a Sûriyê tekez kir ku ji sala 2011an ve hejmara sivîlên ku bi guleyên cendirmeyên Tirkiyê hatine kuştin, gihaştiye 431.

Ji wan 77 zarok in, her wiha 41 jin in.

 

 

Leave a Reply

Back to top button