
Doh ji bo xwendekarên Fakuleteya Hunera Bedew a Zanîngeha Rojava pêşangehek hat vekirin.
Pêşengeh îro di roja xwe a duyemîn de, bi pêşandana helbestan bi dawî bû.
Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê bi hevkariya Zanîngeha Rojava, doh pêşangeha şêwekariyê li Bexçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo vekir.
pêşangeh bi armanca pêşandana hunera xwendekarên herêmê, hat vekirin.
10 xwendekarên Fakuleteya Hunera Bedew a Zanîngeha Rojava bi berhemên xwe beşdarî pêşangehê bûn.
Di pêşangehê de 25 tablo û 10 peykerên temamkirî û yên ne temamîkirî hatin pêşandan.
Mijarên tabloyan, şehîdên Şoreşa Rojava, xweza, çand û hunera Kurdî bûn.
Şêniyên herêma Cizîrê, malbat û hevalên xwendekaran û hezkeriyên şêwekariyê tevli pêşangehê bûn.
Pêşangeh îro di roja xwe a duyemîn de, bi pêşandana helbestan bi dawî bû.