Vegera Sûriyê li Komkara Erebî hat pejirandin

Wezîrên karên derve yên welatên Erebî, îro li Qahîrayê civiyan û biryara vegera Sûriyê li nav Komkara Dewletên Erebî pejirand.
Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî diyar kir ku destwerdanên derve, aloziya Sûrî kortir dikin.

Di civîna Komkara Erebî ya ji bo Sûriyê de, biryara vegera Sûriyê bo Komkarê hat pejirandin.

Wezîrên karên derve yên dewletên Ereban îro bi rengekî awarte li Qahîreyê civiyan..

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî ku civîn birêve dibir, bang li hikumeta Şamê kir ku ji bo vegera penaberên Sûrî yên li derveyî welêt kar bike.

Şukrî hikumeta Şamê weke berpirsê nedîtina çareseriya siyasî nîşan da û got:

“Aloziya Sûrî bi şêwazê leşkerî çareser nabe, tenê çareseriya siyasî bêyî destwerdanên derve dikare dawî li krîzê bîne.

Encamnameya civînê jî wiha ye:

  • Meclîsa Komkarê girîngiyê dide hewildanên bidawîkirina aloziya li Sûriyê û pêşxistina rola erebî ji bo sepandina mekanîzmeyên pêwîst ji bo gihîştina çareseriya siyasî.
  • Meclis teqeziyê li ser serweriya Sûriyê û yekîtiya xaka wê di çarçoveya peymana Komkara Erebî de dike.
  • Divê hewildanên erebî yên alîkariya Sûriyê da ku ji aloziyê derkeve dewam bikin û werin zêdekirin.
  • Divê gavin praktîk, li gorî prensîba gav bi gav di çarçoveya biryara Konseya Ewlekariya ya jimar 2254’an bên avêtin.
  • Divê alîkariyên mirovî bigihêjin her kesê hewcedarî alîkariyê ye.

Avakirina Komîteyeke Wezarî ji welatên Urdin, Siûdiye, Iraq, Libnan, Misir û Sekreterê Giştî yê Komkarê ku karê wê şopandina encamnameya Emanê û dewamkirina diyalogê bi hikumeta Şamê re ji bo gihîştina çareseriyê li gorî biryara 2254’an.

Ji 7 Gulanê ve, hemû şandeyên hikumeta Şamê tevlî civînên Komkara Erebî û hemû şaxên wê dibin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di civîna Emanê de, li ser destekdayîna hikumeta Şamê û dezgehên wê ji bo kontrolkirina hemû xaka Sûriyê, hatibû lihevkirin.

Piroje biriyarek wê ji bo vegera Sûrî li Komkara Erebî bê ragihandin

Back to top button