CIWANEKÎ FILISTÎNÎ 2 WELATIYÊN ÎSRAÎLÊ BI KÊRÊ BIRÎNDAR KIRIN

Ciwanekî filistînî 2 welatiyên Îsraîlê li rojhilatê bajarê Qelqîliyê yê bakurê Dufa El-Xerbiye bi kêrê birîndar kirin û rewşa wan giran e. Her wiha topavêjin artêşa Îsraîlê nuqteyên leşkerî yên ser sînorê Xezayê kirin armanc.

 

Nûçegihanê ANHA li Xezayê ragihand ku ciwanekî filistînî beriya ku were girtin, bi kêrê 2 welatiyên Îsraîlê li bajaroka Ezzûn a li rojhilatê bajarê Qelqîliyê birîndar kirin û niha rewşa wan giran e.

Çapemeniya Îsaîlê bi bîr xist ku hêzên leşkerî yên Îsraîlê ber bi devera bûyerê ve çûn, û bajaroka Ezzû bi temamî dorpêç kirin.

Di heman demê de topavêjên artêşa Îsraîlê hejmarek ji nuqteyên Filistînê yên li ser sînorê Xezayê kirin armanc, di encam de ti kes birîndar ne bûn.

 

 

 

Leave a Reply

Back to top button