”DERBASBÛNA TIKRIYE BI TENA XWE ZERAZÊ DIGIHÎNE TÊKILIYÊN TIRKIYE Û EMERÎKA”

Serok-erkanê Artêşa Emerîkayê Joseph Dunford ragihand ku kontrolkirina dewleta Tirk bi tena serê xwe ji herêma parastina sînor re li dijî hevkariya Emerîka-Tirkiyê ye.
Dunford diyar kir ku eger dewleta Tirk bi tena serê xwe gavinan ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ve bavêje wê demê wê gelek zerar li têkilîyên navbera Emerîka û Tirkiyê de bên.
Dunford bal kişande ser têkoşîna li dijî terora DAIŞê jî û tekez kir ku ”herêmên ji çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, wê bên parastin”.

JOSEPH DUNFORD:
KONTROLKIRINA TIRKIYÊ BI TENA XWE JI HERÊMA PARASTINA SÎNOR RE LI DIJÎ LIHEVKIRINÊ YE

Tevî lihevkirina sêalî ya navbera QSD’ê, Emerîka û Tirkiyê de der barê Herêma parasina Sînorê Bakur û Rojhilatê Sûrî de, lê hîn jî dewleta Tirk di gefxwarinên xwe de yên li dijî herêmê berdewam e.

Herî dawî Erdogan, di civîna berfireh a serokên bajaran de axivî û diyar kir ku eger ev herêm pêk neyê jî, ew ê bi derfetên xwe dest bi vê yekê bikin.

Têkildarî mijarê Serokerkanê Artêşa Emerîkayê Joseph Dunford di paneleke ku Meclisa Têkiliyên Derve birêxistin kiribû de bersiva hin pirsan da.

Joseph Dunford diyar kir ku kontrolkirina dewleta Tirk bi tena serê xwe ji herêma parastina sînor re li dijî hevkariya Emerîka-Tirkiyê ye.

DERBASBÛNA TIKRIYE BI TENA XWE ZERAZÊ DIGIHÎNE TÊKILIYÊN TIRKIYE Û EMERÎKA

Dunford diyar kir ku eger dewleta Tirk bi tena serê xwe gavinan ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ve bavêje wê demê wê gelek zerar li têkilîyên navbera Emerîka û Tirkiyê de bên.

Dunford da xuyakirin ku Emerîka û Tirkiyê li ser mijara herêma parastina sînor li hev kirine û ji bo mijara metirsiyên dewleta Tirk yên der barê sînor de Emerîka dizane çawa çareser bike.

PIŞTGIRIYA ME BI QSD’Ê RE BERDEWAM E

Serokerkanê Artêşa Emerîkayê Joseph Dunford têkildarî têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê jî ev tişt anîn ziman:

Têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û rojhilatê Sûrî divê berdewam be, lewre divê piştgiriya bi hêzên QSD’Ê re jî berdewam be.

Herêmên ji çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin pêwesîtiya wan bi parastinê heye, ji bo ev yek pêk were jî herî kêm divê 50-60 hezar leşker li herêmê bicih bibin.

HERÊMÊN JI DAŞ’Ê HATINE RIZGARKIRIN DÊ WERIN PARASTIN

Di 7’ê meha borî de der barê peydakirina makanîzmeyek ewlehiyê lihevkirineke sêalî navbera QSD’ê, Emerîka û Tirkiyê de çêbû.

ji bo bichanîna vê makanîzmeyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê hêz û çekên xwe yên giran ji ser sînor vekişandin.

Pentagon ji aliyê xwe ev gava vekişînê bi niyeta baş bi nav kir.

 

 

Leave a Reply

Back to top button