Desteya Çandiniyê: Ji bo parastina musim komîteyên awarte hatin avakirin

Cîgirê Hevserokê Desteya Çandinî û Avdaniyê a Rêveberiya Xweser Ehmed Yûnis derbarê parastina musima genim ji şewatê ji Telefezyona me re axivî.
Ehmed Yûnis diyar kir ku ji bo parastina zeviyên genim yên îsal ji şewata agir wan komîteyeke awarte, hevbeş li ser asta bakur û rojhilatê suriyê avakirin.
Her wiha Ehmed Yûnis eşkere kir ku dê Bêtirî 30 xalên ku ji tîmên agirkuj û endamên komîteya awarte pêk tên, di demeke kûrt de li herêmê bên destnîşankirin.

Back to top button