RÊVEBERIYA XWESER: LI HEMÛ HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ LÎTREYA MAZOTÊ 75 L.S

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê buhayê mazotê li hemû herêman diyar kir.
Her wiha biryar da ku mazotê bê pere bidin malbatên şehîdan û dibistanan.

 

Ev biryar piştî civîna Meclisa Rêveber a bi desteyan re ku roja pêncşemê pêk hat, hate dayîn.

Li gorî biryarê lîtreya mazotê bi 75 lîreyên Sûriyê ye û bi heman buhayî li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê were firotin.

Rêveberiya Xweser firinên mezin nexistin nava biryarê.

Madeya mazotê dê bi 55 lîreyên Sûriyê ji firinan re were dayîn.

Her wiha dê mazot bê pere li malbatên şehîdan û dibistanan were belavkirin.

 

Leave a Reply

Back to top button