ŞANDEYEK JI HDP’Ê Û KCD’Ê HEVDÎTIN BI SEROKÊ GIŞTÎ YÊ PDK’Ê MESÛD BARZANÎ RE PÊK ANÎN

Şandeyek ji Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî û hevserokê KCD’ê Berdan Oztûrk bi armanca rêzehevdîtinan bi rayedarên başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî re bikin, gihîştin bajarê Hewlêrê.

 

Şande li balefirgehê ji aliyê Parêzgehê Hewlêrê Newzad Hadî, Berpirsê Pêwendiyên PDK’ê Elî Hisên, Hevserokên Nûnertiya HDP’ê li başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş û Abid Îke ve hat pêşwazîkirin.

Şande demekê li balefirgehê bi Newzad Hadî re sohbet kir, piştre jî Sezaî Temelli têkildarî serdana xwe ya herêmê pirsên rojnamevanan bersivandin.

Şandeya HPD’ê ku Feleknas Uca, Muzeyen Guneş û Abid Îke jî tevlî bûn, bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesut Barzanî re hevdîtinek ji çapemeniyê re girtî pêk anîn.Têkildarî naveroka hevdîtinê aliyan tu daxuyanî nedan çapemeniyê.

Tê payin sibe şande bi Serokê Herêma başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinê pêk bîne.

 

Leave a Reply

Back to top button