MSD’Ê LI ALMANYA’Ê 3’EMÎN KOMXEBATA DIYALOGAN DA DESPÊKIRIN

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD ji bo ku nêrînên opozîsyonê bibin yek û kongreyeke berfireh ji hêzên opozîsyona demokratîk re were lidarxistin, li hundir û derveyî welat xebatên xwe didomîne.
Îro Komxebata 3`emîn a Diyalogan a Meclisa Sûriya Demokratîk li paytexta Almanya Berlînê bi beşdarbûna 30 kesayetên ji opozîsyona Sûriyê dest pê kir.

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD ji bo ku nêrînên opozîsyonê bibin yek û kongreyeke berfireh ji hêzên opozîsyona demokratîk re were lidarxistin, li hundir û derveyî welat xebatên xwe didomîne.

Îro komxebata diyalogên 3`yemîn ên MSD`ê li paytexta Almanya Berlînê bi beşdarbûna 30 kesayetên ji opozîsyona Sûriyê û rayedarên MSD’ê ve pêk hat.

Di komxebatê de cîgira Hevserokê MSD`ê Riyad Dirar der barê bernameya xebatên komxebata diyalogê, pênasekirina Rêveberiya Xweser û erkên wê de axivî.

Her wiha nexşerêya çareserkirina aloziya Sûriyê ku encama komxebata diyalogên Sûrî – Sûrî ya dawî ku li Kobanê hat lidarxistin de derketibû holê hate parvekirin.

Di komxebatê de ji bo mekanîzmaya lidarxistina kongreyeke berfireh ji hêzên opozîsyonê yên demokratîk re û çareseriyên ji bo aloziya Sûriyê re hatin nîqaşkirin.

Tê payîn ku komxebata diyalogê dê du rojan dewam bike.

 

Leave a Reply

Back to top button