Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbatên 3 şehîdan re xwest

Şêniyên kantona Qamişlo sersaxî da malbatên şehîd Bender El-Mizel, Muzaffer Elwan û Ziyad El Îbrahîm re xwest.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Koçerê ji bo sersaxiya ji malbata şehîd Bender El Mizel û gerîlayê HPG’ê Muzaffer Elwan kon veda.

Bi sedan şêniyên kantona Qamişlo, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, meclisên leşkerî, partiyên siyasî û şêx û rûspiyên eşîran herikîn bin kon û sersaxî dan malbatên şehîdan.

Li bin kon, kesên axivîn sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwestin, soza şopandina xeta şehîdan dan û gotin:

Xeta têkoşîn û berxwedanê ya li ser şopa şehîdan wê li hemberî êrişên dagirkeran dewam bike.

Li dijî êriş û planên qirkirinê, banga hevgirtinê li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin.

Li navçeya Til Hemîsê jî sersaxî ji malbata şervanê QSD’ê Ramî Til Hemîs re hat xwest.

Li vir jî kesên axivîn sersaxî xwestin û gotin, Em ê şopdarên xeta berxwedanê bin.

Her weha bang li ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin ku bi hêzên leşkerî re hevgirtî bin.

Dawiya merasîmê, wesîqeyên şehadetê yên her sê şehîdan hatin xwendin.

Back to top button