SANA: RÊJÎMÊ LI GUNDEWARÊ HEMAYÊ 3 DRONÊN ÇETEYAN ANÎN XWARÊ

Tevî berdewamiya agirbestê, rejîma Sûrî ragihand ku wan li gundewarê Hemayê 3 dronên çeteyên dewleta Tirk anîn xwarê.

 

Ajansa SANAyê îro şemiyê ragihand ku sîstema parastina esmanî ya rejîma Sûrî li herêma Sehil El-Xab li rojavayê Hemayê 3 dronên çeteyên dewleta Tirk anîn xwarê.

SANAyê hin wêne belav kirin ku yên dronên ku rejîmê anîne xwarê ne.

Der barê vê yekê de heta niha çeteyên dewleta Tirk ev nûçe ne derewandine û ne jî piştraskirine.

Duh jî rejîma Sûrî droneke girêdayî çeteyên artêşa dewleta Tirk ku li ser asîmanê gundê Şêx Îsa yê kantona Şehbayê digeriya, xistibû xwarê.

 

 

Leave a Reply

Back to top button