NOBETA DEMOKRASIYÊ YA LI AMED, WAN Û MÊRDÎNÊ DI ROJ 20’AN DE YE

Çalakiyên şermezarkirina qeyûman bênavber dewam dikin.
Çalakiyên Nobeta Demokrasiyê yên (HDP) li dijî dagirkirina qeyûman ji şaredariyên HDP’ê re li Mêrdîn, Wan û Amedê di roja 20’an de berdewam kir.

 

Li dijî desteserkirina şaredariyên HDP’ê û dagirkirina wan ji aliyê qeyûmên AKP’ê ve, bertek û nerazîbûn bi her awayî dewam dikin.

Çalakiyên Nobeta Demokrasiyê yên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tayînkirina qeyûman li Mêrdîn, Wan û Amedê di roja 20’an de berdewam kir.

Nobeta Demokrasiyê ya li Amedî li kolana Lise berdewam kir.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dirayet Taşdemîr, parlamenterên HDP’ê, Hevşeredar, Dayikên Aştiyê. nûnerên rêxistinên demokratîk di bin dorpêça polîsan de çalakiya xwe berdewam kirin.

Kesên di nobeta demokrasiyê de li dijî qeyûman silogan berz kirin.

Li Wanê jî Nobeta Demorasiyê di roja 20’an de berdewam kir.

Rêxistina HDP’ê ya Wanê li pêş avahiya HDP’ê ya Rêya Armûşê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê.

Çalakiya Nobeta Demokrasiyê bi rûniştinê bi dawî bû.

Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînakirina qeyûman li Mêrdînê jî dewam dike, ket roja 20’an.

Komeleyên herêmê, hevparên Tifaqa Kurdistanê û HDP’ê beşdarî nobet’ê bûn.

Di çalakiyê de pankarta “Vîna gel nayê desteser kirin” hat vekirin.

Her wiha banga “Werin em bi hevre têkoşîna demokrasiyê bi rêve bibin” hat kirin

Leave a Reply

Back to top button