Meclisa Kongra Star sê jinên têkoşer bibîr anî

Meclîsa Kongra Star bi daxuyaniyek nivîskî sê jinên têkoşer Şêrîn Elemhûlî, Mizgîn (Gûrbet Aydin) û Leyla Qasim bi bîr anî.Kongra Star diyar kir ku ew ê li ser riya sê jinên şoreşger têkoşînê bilind bikin û tevahî jinan azad bikin.

Meclîsa Kongra Star bi daxuyaniyek nivîskî sê jinên têkoşer Şêrîn Elemhûrî, Mizgîn (Gûrbet Aydin) û Leyla Qasim bi bîr anî.

Kongra Star diyar kir ku her sê jinên şoreşger Şêrîn, Mizgîn û Leyla nexşeya azadiyê bi tîpên zêrîn xêz kirine.

Her wiha ji bo parastina nirxên civakbûyînê mîna çand, hûner û ziman ji siyaseta qirker parastine.

Meclise wiha behsa têkoşîna Şêrîn Elemhûlî kir.

Şehîd Şêrîn Elemhûlî ku bi tekoşina xwe ya lêgerîna azadiyê li hember hişmendiya nijadperest a rêjîma malalî li ber xwe da.

Bi zindîkirina zimanê qedexekirî li zindana dîktatoriyê bi nivîsandina dirûşmeya (Jin, jiyan, azadî) ku îro ji nû ve zindî bûye, bi hezaran zarokên pêşerojê bi zimanê xwe dixwînin.

Meclise derbare kesyate sehid mizgin de ji ev nirxindin kir.

Şehîd Mizgîn (Gûrbet Aydin) lêgerîna azadiyê ya ku li hember zilma faşîzimê li ber xwe da, têkoşiya û çanda civakbûnê zindî kir, parast, kir milkê tevahî civakê û ev çand li seranserê Kurdistanê û cîhanê belav bûye.

Di derbarê Leyla Qasim de jî Kongra Star wiha anî ziman:

Şehîd Leyla Qasim, serhildêra li dijî rêjîma Baas a dîktator têkoşiya û zilm û zorî li ser gelê xwe qebûl nekir û li ber xwe da.

Ew jî jineke Kurd e ku her tim pêşentgiyê ji pêvajoyan re dike.

Meclîsa Kongra Star di dawiyê de da zanîn ku erk û berpirsiyariya wan ew e ku ew asta tekoşina xwe bilind bikin.

KJK’ê Leyla Qasim û Şêrîn Elemhûlî bi bîr anî

Back to top button