Talankirin û binpêkirinên dewleta tirk li ser Efrînê ranawest e.
dewleta Tirk û çeteyên wê li navçeya Racoy a kantona Efrînê 6 sivîl revandin.
Li aliyekî din dewleta tirk li gundê Beradê yê Navçeya Şêrawa cihê dîrokî yê Marmaron dikole û berhemên wê didize.
Çavkaniyan ji gundê Belîlko yê navçeya Racoyê diyar kirin ku çeteyên dewleta tirk girtin ser gund û 6 kes revandin.
Li gorî heman çavkaniyê navê kesên hatine reveandin wiha ne:
Receb Horor 26 salî
Behzad Dawhûd 33
Elî Hisên 24
Mihemed Hisên
Mihemed Reşîd Hemade 55
Û Mustefa Hemada 24 salî.
GUNDÊ BERADÊ YÊ VEDIGERE DEMA MARMARONÊ TALAN DIKE
Di dîmenekî de ku ji çavkaniyan hatin bidestxistin dagirkeriya Tirk devera dîrokî ya Marmaron ê li gundê Beradê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê dikole û berhemên wê talan dike.
Dewleta tirk Girê Eyn Dara yê dîrokî topbaran kir û perestgeha girê wêran kir.
Her wiha Nebî Horo vekoland.
Çavkaniyan diyar kirin ku dagirkeriya dewleta tirk parçeyên dîrokî ji Efrînê veguhestine muzexaneyên xwe.