Ji 3’ê Hezîranê ve hezar û 136 koçber ji kampa Holê derketin û vegeriyan cih û warê xwe.
Rêveberiya Xweser bi koordîneya rêveberiya kampa Holê ji bo kesên dixwazin ji kampê derkevin û vegerina warê xwe pêngavek orgenîze kir.
Beşa yekemîn a vê pêngavê 3’ê Hezîranê dest pê kir, di wê rojê de 800 jin û zarokên ji bajarên Reqa û Tebqayê vegeriyan cih û warê xwe.
Berpirsên Buroya Derxistinê ya Rêveberiya Kampa Holê Mihemed Elî diyar kir ku ji 3’ê Hezîranê ve ji 350 malbatî, hezar û 136 kes hatin derxistin.
Ji Dêrazorê 397 koçber, ji Minbicê 127, ji Reqa û Tebqayê 612 koçber.
Mihemed Elî got, bernameya vegerê berdewam e lê li benda amadekirina lîsteya nû ne.