AHMET TURK: JI BER TÊKÇÛNA AKP’Ê GEFAN LI HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ DIXWE

Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk siyaseta dewleta tirk weke xetimî bi nav kir û got: Ez bawer dikim wê gel di demeke nêz de vê siyasetê biguherîne. , Ji ber têkçûna siyaseta AKP’ê ya hûndir û derve gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dixwe. 

 

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê 19’ê Tebaxê qeyûm li şûna şaredariyên bajarên mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê erkdar kir.

Li dijî qeyûman, gel helwesta xwe diyar kir û her roj li qadan di çalakiyan de ne.

Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk têkildarî dagirkirina şaredariyên gel û erkdarkirina qeyûman li şûna hevşaredaran û gefên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa ANHA`yê re axivî.

Ahmet Turk di destpêka axaftina xwe de gefên dewleta tirk li ser dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî nirxand û got;

Ji ber têkçûna siyaseta dewleta tirk li hundir û derve bi gefan hewl dide gelê xwe bixapîne û bêje ez gelek bi hêz im.

Siyaseta ku dewleta Tirk dimeşîne nikare bêyî Amerîka, Rûsya û Îranê gavan biavêje.

Ji bo siyaseta Akp’ê ya hundirîn qels e Tirkiyê rojane gefan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî dixwe.

AKP’Ê GELÊ TIRK LI SER SIYASETA NETEWPERESTIYÊ PERWERDE DIKE

Turk diyar kir ku eger dewleta tirk gelê Kurd hembêz kiriba îro di Rojhilata Navîn de dê hêzeke gelekî mezin ba
lê dewleta Tirk gelê Kurd ji xwe re wek xetereyeke dibîne û wiha anî ziman:

Dewleta Tirk dixwaze siyasetmedarên Kurd û xebata gelê Kurd bê deng bihêle:

AKP’ê gelê Tirk li ser neteweperestiyê perwerde dike.

Her ku diçe polîtîkayên dijminatiyê di navbera gelê Kurd û Tirk de didin meşandin.

Erkdarkirina qeyûman jî encama van polîtîkayan e.

SIYASETA DEWLETA TIRK XETIMIYE

Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk nirxandina xwe wiha bi dawî kir:

Dewleta Tirk bi polîs û siyaseta ku dimeşîne, naxwaze partî û gel bigihîjin hev.

AKP’ê êdî nikare siyaseta xapandina gel bide meşandin.

Leave a Reply

Back to top button