Beriya salekê hersê ciwanên kurd Zanyar Muradî, Loqman Muradî û Ramîn Hisên Penahî ji aliyê Hikumata Îranê ve hatin darvekirin.
Ramîn Hisên Penahî Hezîrana 2017’an li bajarê Sine hat binçavkirin û ji aliyê dadgeha Şoreş a Sineyê ve cezayê darvekirinê lê hat birîn.
Zanyar û Loqman Muradî jî Tebaxa 2009’an de li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê hatin binçavkirin û ji aliyê dadgeha Şoreş a Tahranê ve cezayê darvekirinê li wan hat birîn.
8’ê Îlona 2018’an hikumeta Îranê hersê ciwanên kurd darvekirin.
Di heman roja darvekirina 3 ciwanan de, Hikumeta Îranê, baregehên HDK û HDK-Î yên li başûrê Kurdistanê li navçeya Koyê kir hedef.
Di encama êrîşê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzîkî 40 kes jî birîndar bûn.
Niha bi dehan ciwan û têkoşerên kurd di zindanên rejîma îranê de tên ragirtin û gelek ji wan cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.