HER: LI EZAZ Û MARÊ 2 ÇETEYÊN DAGIRKERIYA TIRKIYÊ HATIN KUŞTIN

Hêzên Rizgarkirina Efrînê li Ezaz û Marê du çalakiyên sekvanî lidarxistn, 2 çeteyên dagirkeriya Tirkiyê hatin kuştin.

 

Çalakiya Sekvanî yê li gundê Kefer Kilbîn a girêdayî herêma Ezazê

Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê çalakiyan de daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyekê 5’ê Îlonê hêzên rizgariya bi çalakiyeke sekvaniyê çeteyekî dagirkeriya Tirkiyê li derdora gundê Kefer Kelbîn yê Ezazê kir hedef.

Çeteyê bûyî hedef hat kuştin.

7’ê Îlonê jî hêzên Rizgariyê dîsa bi çalakiyeke sekvaniyê komekî çeteyan li derdora bajarê Marê kir hedef.

Li vir jî çeteyekî Tirkiyê hat kuştin.

Her weha hêzên rizgariyê 8’ê Îlonê bi çekên giran li erebeyekê li gundê Kefer Kelbîn ku çeper ji çeteyan çêdikir xist.

Erebe hat bê bandorê kirin.

Leave a Reply

Back to top button