NIRXÊ LÎREYA SÛRÎ LI HEMBER NIRXÊ DOLAR BÛ 676

Daketina nirxê lîreyê Sûriyê li hember dolar berdewam dike û îro nirxê dolar bû 676 lîreyên Sûriyê.

 

Li gorî malperên aborî di dîrokê de gihaşt asta herî kêm.

Dolar li sûkên Heleb û Şamê bi 676 lîreyan tê firotin û 680 lîreyan jî tê kirîn.

Nirxê zêr jî gihaşt 28 hezar û 500 lîreyên Sûriyê .

Çavdêr texmîn dikin ku, daketina lîreyê Sûriyê ji ber gelek sedeman e, jê cezayên aboriyê ku ji aliyê Yekitiya Ewropayê û Emerîkayê ve li ser rejîma Sûriyê hatine ferzkirin.

Her wiha malpera ‘Syria Report’ texmîn kir ku gelek sedemên wê yên din hene û destnîşan kir ku bandora bilindbûna daxwaza ser dolar li Lubnana cîran, ji ber ku Beyrût sûka sereke ji bazirganên Sûriyê yên dolar in ku sîstema lêçûnê ya Lubnanê di karê xwe yê bazirganiyê de bi kar tînin.

Leave a Reply

Back to top button