NÊÇÎRVAN BARZANÎ: DIVÊ PIRSGIRÊKA KURD BI RÊYA AŞTIYÊ WERE ÇARESERKIRIN

Şandeya HDP’ê û KCD’ê ya bi serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temelli û Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, serdana Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê herêmê Mesrûr Barzanî, her wiha serdana parlementoya herêmê jî kir.

 

Şandeya HDP’ê û KCD’ê di çarçoveya rêzehevdîtinên xwe yên li Başurê Kurdistanê de serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Şande li Ofîsa Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî, Berpirsê Ofîsa Serokatiya Herêmê Kerîm Sincarî, Berpirsê Îdareya Pêwendiyên Karên Derve ya Hikûmetê Sefîn Dizayî, Berpirsê Pêwendiyên Tirkiye û Herêma Başûr Ebdulselam Reşîd,û Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê PDK’ê Elî Hisên ve hat pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtinê Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku divê pirsgirêka Kurd li Tirkiye bi rêya aştiyane were çareserkirin û wiha got;

Niha dema aştiyê ye, divê pisgirêka kurd bi riya diyalog û aştiyê were çareserkirin.

Li gorî daxuyaniyê di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî ji şandeya HDP’ê re diyar kiriye ku ji bo destpêkirin û serxistina pêvajoya aştiyê li Tirkiye, çi pêwîst be ew amade ne.

 

SERDANA SEROKWEZÎRÊ HERÊMA KURDISTANÊ MESRÛR BARZANÎ KIR

Herweha şandeyê serdana serokwezîrê herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî kir.

Mesrûr Barzanî bi xêrhatina şandeyê kir û kêfxweşiya xwe ji rêze hevdîtinên şandeya HDP’ê û KCD’ê ya li herêmê anî ziman û got:

Ev çend rojin hun li Hewlêrê rêze hevdîtin pêk tînin. Hêvîdarim ku ev hevdîtinên we encamên baş bigire.

Em vê serdana we ya ji bo me gelekî girîng dibînin.

 

SEZAÎ TEMELÎ: SEDEMA SEREKE YA SERDANA ME DEMOKRASÎ Û AŞTÎ SEQAMGÎR BIBIN

Şandeyê serdana parlementoya herêma Başûrê Kurdistanê kir.

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li parlementoyê axivî û got:

Sedema sereke ya serdana me ew e ku li herêmê demokrasî û aştî pêk were.

Ji bo yekîtiya netewî ya Kurd pêkbê û çareseriya pirsgirêkan pêşbikeve, hevdîtinên bi vê rengî girîngin.

 

Leave a Reply

Back to top button