MAZLÛM EBDÎ: GEFÊN DEWLETA TIRK HIŞT KU ŞANEYÊN VEŞARTÎ YÊN DAIŞ’Ê JI NÛ VE AKTÎF BE

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî derbarê herema parastian sînor, rewşa kampa Holê û Xeteriya DAIŞ’ê ji Malpera CNN a Amerîkayê re axivî.
Mazlum Ebdî got;
Gefên Tirkiyê hişt ku şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ji nû ve aktîf bibin.
Me ji bo Kampa Holê alîkariyên ji civaka navneteweyî ya ku tê xwestin negirt.
Divê ew dewletên ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’ê li gel QSD’ê ne wan bigrin, an jî ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê alîkar bin.

 

FERMANDARÊ GIŞTÎ YÊ QSD’Ê MAZLÛM EBDÎ:
JI BO DAIŞ JI NÛ VE ZINDÎ NEBE DIVÊ WASHINGTON ERKÊN XWE PÊK BÎNE

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî derbarê herema parastian sînor, rewşa kampa Holê û Xeteriya DAIŞ’ê ji Malpera CNN a Amerîkayê re axivî.

Mazlum Ebdî di nirxandinên xwe de ballişand li ser ji nûve zindî bûna DAIŞ’ê û got:

Divê Washington, DYA ji bo carek din DAIŞ venegere, erkên xwe yên derbarê şerê li dijî DAIŞ`ê de pêk bîne.

Pentagonê jî berya niha anîbû ziman, em jî tevlê dibin, niha DAIŞ li Sûriyê xwe ji nû ve rêxistin dike.

Ger ku em tedbîrên pêwîs negrin îsyana DAIŞ’ê wê rê ji çeteyan re veke ku him heremên di bin serweriya QSD’ê de, him jî di nav sînorê Iraq û rojavayê çemê Firatê yên di bin kontrola rejîma Sûriyê de, wê serbestî tev bigerin.

Ev yek wê him zirarê bide DYA’ê him jî zirarê bide me.

 

MAZLÛM EBDÎ: ”AN ÇETEYÊN XWE BIGRIN AN JÎ JI BO DARIZANDINA WAN ALÎKAR BIBIN”

Mazlûm Ebdî Kampa Holê dîsa wek “bombeyek” bi nav kir û ji bo çarenûsa Çeteyên DAIŞ’ê ev bang kir:

Me ji bo Kampa Holê alîkariyên ji civaka navneteweyî ya ku tê xwestin negirt.

Hin dewleta erêkirin ku hemwelatiyên xwe vegerînin.

Divê ew dewletên ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’ê li gel QSD’ê ne wan bigrin, an jî ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê alîkar bin.

Em dixwazin roleke DYA`yê di dîtina çareseriyên siyasî li herêmên ku ji DAIŞ`ê hatin rizgarkirin re bibînin, her wiha alîkariya leşkerî ji QSD`ê re peyda bikin.

MAZLÛM EBDÎ: GEFÊN DEWLETA TIRK HIŞT KU ŞANEYÊN VEŞARTÎ YÊN DAIŞ’Ê JI NÛ VE AKTÎF BE

Mazlum Ebdî derbarê gefên dewleta Tirk yên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûrî û bandora wiya li dijî şerê DAIŞ’ê wiha anî ziman:

Em wek QSD’ê ne beşek ji şerê bi Tirkiyê re ne.

Gefên Tirkiyê alîkariya şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê kir.

Piştê gefên dewleta Tirk careke din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê aktîf bûn.

Baweriya me bi DYA`ê heye ku bigihîje hevpeymanekê bi Tirkiyê re da ku ev alozî bi dawî bibe

 

MAZLÛM EBDÎ: JI BILÎ DAXUYANIYÊN TIRKIYÊ YÊN PROVOKATÎF HER TIŞT BI ARAMÎ DIMEŞE

Di dawî de Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî balkişand li ser herêma parastina sînor û ev nirxandin kir:

QSD`ê avakirina herêma ewle li ser sînorê Tirkiyê bi kûrahiya 5 km û hin parçe heta 12 km, erê kir.

Me di gelek aliyan de nermiya xwe nîşan da û em bawer in ku dê DYA vê nermiyê di ber çavan re derbas bike. Lê daxuyaniyên Tirkiyê yên provokatîf j astengiyê ji çareseriyê re çêdike. Derveyê wî niha hertiş aram e.

 

Leave a Reply

Back to top button