Îro dewriyên hevbeş yên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Serê Kaniyê û Emerîkayê li ser sînorê Serê Kaniyê geriyan.
Dewriya hevbeş ji 3 erebeyên hêzên Emerîka û 3 erebeyên Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê pêk hat.
Dewrî ji navenda Koalisyona Navdewletî ji gundê Til Erqem a rojavayê Serê kaniyê dest bi gera xwe kir.
Dewrî li gundê Eyn Gibrît a li rojhilatê Serê Kaniyê gera xwe bidawî kir.
Hêjayî gotinê ye ku dewriye ev cara sêyemîne li Serêkaniyê digere, cara yekemîn 28`ê Tîrmehê û cara duyemîn 4’ê Îlonê geriya.
Di heman çarçoveyê de îro hêzên Meclisa Leşkerî ya Serê Kaniyê ji aliyê Emerîkayê prewerdeya xwe dest pê kir.