HRW Têkildarî hilbijartinên li Tirkiyê hişyarî da

Rêxistina navneteweyî, Human Rights Watch HRW’ê bi daxuyaniyekê hişyarî li ser lîstikên muhtemel ên di hilbijartinên Tirkiyê de da û got: Tora înternetê kontrolkirî ye û ev yek jî, xetereyekê li ser ewlehiya hilbijartinan çêdike.
Li aliyê din Şandeyên biyanî yên serbixwe ku di çarçoveya xebatên şopandina hilbijartinê de hatin Tirkiyê, wê li bakurê Kurdistanê û gelek herêman hilbijartinan bişopînin.

Human Rights Watch (HRW) bi daxuyaniyekê bang li platformên medyaya dîjîtal kir ku li hember zextên desthilatê bisekinin û got:

Pêwîste planên awarte ji bo dan û standina bi her kiryarekê ku dibe desthilata AKP’ê pêk bîne û bi encamên hilbijartinên bilîze, deynin.

HRW’ê bang li desthilatdarên rejîma Tirk jî kir ku parastina nêrînê û mafan bike.

Rêxistina navneteweyî, îşaret pê kir ku rejîma Tirkiyê serweriyê li ser platformên dijîtal dike û dibe ku ji bo Recep Tayyîp Erdogan were bikaranîn.

Human Rights Watch HRW’ê anî ziman ku desthilatdarên Tirk di vê dema dawî de çavdêriya tund li ser medyaya dijîtal û malperên nûçeyên serbixwe ferz kir, nexasim Twitter û hin platformên biyanî.

Şandeyên biyanî li ser bangên Partiya Çepên Kesk tên Tirkiyê

Li aliyê din ji bo hilbijartina ku hilbijartineke dîrokî tê penasekirin ji derveyî welat jî eleqe zêde ye.

Bi taybetî bangên Partiya Çepên Kesk ên têkildarî ewlehiya hilbijartinê bandor li derveyî welat kir.

Parêzer, rojnamevan, parlamenter, nûnerên partiyên siyasî ji bo şopandina hilbijartinê û danûstandina agahiyan bi rêxistinên civakî yên sivîl û rayedarên partiyan re ji derve tên Tirkiyê.

Ji 150 kesan zêdetir ji bo bi baldarî ewlehiya hilbijartinê bi baldarî bişopînin wê çavdêriyan bikin.

Şande tê payîn biçe bajarên weke Amed, Agirî, Colemerg, Mêrdîn, Sêrt, Wan, Şirnex, Êlih, Erdexan, Qers, Îdir, Mûş, Çewlig, Bedlîs, Semsûr û Rihayê .

Piştî hilbijartinan dê şande çavdêriyên xwe bi rayagiştî re parve bike.

Back to top button